Nuqteyên rejîma Sûrî li Dirbêsiyê û Minbicê hatin topbarakirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, nuqteya hêzên rejîma Sûrî ya li navçeya Dirbêsiyê topbaran kir.

Nûçeghanê me ragihand ku, duh artêşa Tirk a dagirker, nuqteya hêzên rejîmê li gundê Hewaşiyê ye ku 4 km dikeve rojhilatê navçeya Dirbêsiyê, topbaran kir.

Di encama topbaranê de zeranên canî çênebûn lê yên canî rûdan, her wiha hêzên Rêjîmê jî bersiva êrîşan neda.

Doh di saetên şevê de Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Girê Spî, Zirgan û Minbicê topbaran kirin û nuqteyên rejîmê yên li wir kirin hedef.

Back to top button