Artêşa Rûsyayê ber bi Kievê ve di pêş ve diçe

Şerê li Ûkraynayê di roja 18’an de ye. Moskov rê li Kîevê teng dike êrişên xwe dijwartir dike. Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky jî diyar kir ku heta ku Rûsya me hemûyan tine neke wê nikaribe bikeve Kîevê. Berdevkê wezareta Parastinê ya Ukraynayê Îgor Konaşenkov ragihand ku heta niha hêzên wan 3 hezar 593 binesaziyên leşkerî yên Ûkranî têk birine.

Şerê li Ûkrayna 17 roj li pey xwe hiştin û bi hemû dijwariya xwe didome.

Rûsya ber bi paytexta Ûkrayna Kîevê ve diçe..

Li bajarê Mariupolê jî şerekî dijwar rû dide û kontrolkirina vî bajarî re, wê Kieva paytext têkeve dorpêça hêzên Moskoyê..

Îgor Konaşenkov: Me heta niha 3 hezar 593 binesaziyên leşkerî yên Ûkranî têk biriye

Lê belê li gorî Berdevkê wezareta Parastinê ya Ukraynayê Îgor Konaşenkov, di 24 saetên dawî de hêzên wan 24 helîkopter, 3 balafirên bê mirov, 79 baregehên leşkerî yên hêzên Rûs bê bandor kirine..

Zelensky: Heta ku Rusya me hemûyan nekuje wê nikaribe bikeve kîevê

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky eşkere kir ku Rûsya derbeyeke dehsalî xwariye û heta niha 3 tabûrên leşkerên Rûs hatine kuştin..

Zelensky bi van gotina bersiv da daxwazên Rûsya yên kontrokirina Kievê:

Rûsya bi hêzêke mezin dixwaze têkeve Kîevê.

Bila Rûsya kerem bike.

Lê bila baş bizanibe heta ku me hemûyan tine neke wê nikaribe bikeve Kîevê.

Rûsya navenda ewlehî û parastina aştiya navnetewî bombebaran kirh

elbet bi dijwarbûna êrişan re,

êdî hêzên rûs destê xwe dirêjî saziyên navneteweyî jî dike..

Artêşa vî welatî danê sibê Navenda Ewlehî û Parastina Aştiya Navneteweyî ya li bajarê Lvîv ê Ûkraynayê bi 8 mûşekan kir armanc

NY: Rûsya li Ûkraynayê 42 jê zarok heta niha 579 sivîl kuştiye

Netewyên Yekbûyî ragihand heta niha ji ber êrişên Rûsyayê 42 jê zarok 579 sivîl hatine kuştin zêdetirî hezarî jî birîndar bûne.

Her wiha NY dazanîn ku ji ber şer 2 milyan 597 kes li Ûkraynayê derketine.

 

Back to top button