Li Çînê piştî 62 salan rojên herî germ

Li Çînê di nava 6 mehên dawî de germahiya hewayê di asta herî jor de ye.
Pileya germahiyê ku li Bakurê welat 35’an derbas kiriye jiyana welatiyan zehmet kiriye.
Bi vê yekê re ji sala 1961’an ve, weke rojên herî germ hate tomarkirin.

Li gorî nûçeya CNN’ê, li welat di 6 mehên dawî de pileya germahiyê bi rekorek nû hat tomarkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Avhewayê ya Neteweyî ve hat dayîn de îsal li welêt li gor salên borî 4 pêlên germê zêde bûye.

Bi vê yekê re pileya germahiyê bûye 35.

Ji sala 1961’an ve, ev yek weke roja herî germ hatiye tomar kirin.

Li bakurê welêt germahiya hewayê ya ku hin rojan ji 40 pileyî derbas dibe bandor li jiyana 200 milyon kesan kiriye.

Serokê Rêveberiya Meteorolojiyê ya Çînê Cou Bing da zanîn ku germahiya zêde bi hewaya El Nino ve girêdayî ye, ji ber vê yekê havînê li başûrê welêt barîna baranê, li bakur jî zuhabûn heye.

Tê pêşbînîkirin ku li bakurê welêt germahî hîn zêdetir bibe.

Li başûrê rojavayê welêt jî kerasetên lehî yê rû dide.

Heta niha ji ber barîna zêde 10 hezar kes ji cih û warên xwe bûn.

Her wiha nêzî 70 xanî hilweşiyan û 79 milyon dolar zirar çêbûye.

Di karesatê de heta niha ti ziyanên canî çênebûne.

Back to top button