Nîjer hevkariya leşkerî ya li gel Fransa bidawî kir

Rêveberiya cûnta leşkerî ya Nîjerê têkliyên xwe yên leşkerî bi Fransayê re qut kir.
Hemwextî vê, li dijî televsziyonên Fransa jî qedexe hate spandin.
YE ev biryarên darbekaran bi tundî şermezar kir.

Cûntaya ku li Nîjerê desthilatdarî bi dest xistî, bidawîbûna hevkariya leşkerî ya bi Fransayê re ragihand.

Li Nîjerê berdevkê cûntayê Albay Amadou Ebdurehman daxuyand ku sefîrên DYA, Fransa, Nîjerya û Togoyê ji erk hatine girtin.

Herwiha hat ragihandin ku di navbera Fransa û Nîjerê de 5 peymanên hevkariyê hatin betalkirin.

Piştî ku berdevkê cûntaya leşkerî ev biryar ji televîzyona dewletê re ragihand, hîn nayê zanîn ku Fransa wê leşkerên xwe ji welêt vekişîne yan na.

Fransa ku berê hêzeke kolonyal a li Rojavayê Afrîkayê bû, piştî derbeyên leşkerî yên li Malî û Burkîna Faso neçar ma ku leşkerên xwe ji van welatan vekişîne.

Nîjer wek hevalbendê dawî yê Rojava li herêmê dihat hesibandin.

Hejmara leşkerên Fransa li Nîjerê ji bo şerê li dijî çeteyên tundraw ên li herêma Sahelê bi cih kirine, bêtirî hezarî ne.

Li Nîjerê piştevaniya bo darbekaran

Her wiha li paytexta Nîjer Niameyê bihezaran ji bo piştevaniya darbekaran daketin qadan.

Li Nîjer weşanên France 24 û RFI hatin rawestandin

Wezareta Karê Derve ya Fransayê ragihand ku weşana kanalên France 24 û RFI yên li Nîjerê dixebitin jî ji aliyê rêveberiya leşkerî ve hatine rawestandin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku tedbîrên li dijî çapemeniyê parçeyek ji zextên otorîter ên derbekaran e.

YE li dijî girtina weşanên fransî bertek nîşan da

Li hemberî biryarê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve jî bertek hat nîşandan.

Berdevka Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YE Josep Borrell, Nabîla Massrali jî diyar kir ku ev biryar azadiya ragihandin û ramanê binpê dike.

Massrali di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir ku YE êrîşên li ser mafên bingehîn bi tundî şermezar dike.

Li Nîjerê darbeya leşkerî

Li Nîjerê Serokomar Mihemed Bazûm di 26’ê Tîrmehê de ji aliyê endamên Alaya Parastina Serokomariyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî vê di danê êvarî de leşkeran ragihand ku wan deshilatî xistiye destê xwe.

Fermandarê Alaya Parastina Serokomariyê General Ebdurehman (Omer) Tchiani (Tiçanî), 28’ê Tîrmehê serokatiya cûntaya Konseya Neteweyî ya Parastina Welat (CNSP) kir û bû serokê hikumeta demkî.

ECOWAS: Bikaranîna hêzê li ser danûstandinan maye

Back to top button