Li Nîjerê darbeya leşkerî

Herêma Sahel a Afrîkayê vediguhere, herêma darbeyan.
Piştî Malî û Bûrkîna Faso vê carê li Nîjerê pêk hat.
Leşkerên darbe pêkaniyîn ragihandin ku wan Serokomar Mûhemmed Bazûm ji desthilatdariyê xistine.
Welatên Ewropa û Amerîkayê jî piştevaniya xwe ya ji bo serokomar Bazûm eşkere kirin.

Piştî Malî û Bûrkîna Faso, Nîjer bû welatê sêyemîn ku li herêma Sahelê darbe lê hate kirin.

Herêma Sahelê ji sala 2020’î ve bi êrîşên DAIŞ û El Qaîdeyê di rojevê de ye.

Ji roja doh ve Serokomar û malbata wî li avahiya xwe ji aliyê parêzvanên serokomariyê ve ragirtî ne.

Leşkerên Nîjerê di şeva çarşem-pêncşemê de li qenala televîzyonê ya neteweyî ragihandin ku wan Mûhammed Bazûm ji desthilatdariyê anîne xwarê.

Serdar Amadû Abdraman got,

“Em, Hêzên Ewlekarî û Parastinê û Konseya Neteweyî ya Parastina Welêt bûn yek û me biryar dan ku rejîma hûn pê zanin bi dawî bikin.”

Her wiha ragihand ku ji ber nebaşbûna rewşa ewlekariyê, aboriya lawaz û rêveberiya civakî wan biryareke bi vî rengî dane.

Guterres piştevaniya xwe bo serokomar Bazûm eşkere kir

Di vê navberê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ew bi Serokomar Bazûm re axiviye û piştgiriya xwe jê re ragihandiye.

Amerîka: Divê Bazûm bê berdan

Koşka Spî jî xwest Bazûm bê berdan.

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken diyar kir ku dewama alîkariya amerîkayê ji bo Nîjerê bi şertê dewamkirina demokrasiyê ve girêdayî ye.

Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna jî bi daxuyaniyekê hewldana darbeyê şermezar kir.

Dîroka Nîjerê bi darbeyan dagirtî ye.

Nîjer ku koloniyeke berê ya Fransayê ye, piştî ku sala 1960’î serbixwe bû, çar caran darbe lê çêbû.

Ya destpêkê di sala 1974’an, ya dawî jî di Sibata 2010’an de hate kirin.

Her wiha gelek caran hewldana darbeyê jî hate kirin.

Back to top button