Sunak di tevahî hilbijartinên heta niha de her li pêşe

Piştî ku Serokwezîrê Îngilistanê Johnson ji serokatiya Partiya Muhafazakar a Brîtanyayê îstifa kir, pêşbirka serokatiya partiyê dewam dike.
Rishi Sunak di dengdana heta niha pêk hatî de her tim li pêşe.
Johnson jî dibêje ew piştevaniya ti manzetekê nake.

Salı günü yapılan oylamada Sunak 118, Mordaunt 92 ve Truss 86 milletvekili oyu aldı

Piştî ku Serokwezîr Boris Johnson ji serokatiya Partiya Muhafazakar a Brîtanyayê îstifa kir, pêşbirka serokatiya partiyê dewam dike.

Doh di koma parlemanê ya partiyê de dengdana sêyem bi dawî bû.

Rishi Sunak bi 118 dengan dîsa di rêza pêşîn de cih girt.

Tom Tugendhat bi dengên herî kêm ji pêşbaziyê derket.

Bi vî awayî hejmara berendamên pêşbirka serokatiyê daket çaran.

Namzetên ku doh beşdarî dengdanê bûyîn jî evin:

Rishi Sunak (Wezîrê Aborî yê berê) 118

Penny Mordaunt (Cîgirê Sekreterê Bazirganiyê) 92

Liz Truss (Wezîra Dewletê) 86

Piştî dengdana doh û îro wê serokê partiyê û serokwezîr ji her du namzedên dawî bên diyarkirin.

Ji bo dengdana dawî, 160,000 endamên Partiya Muhafazakar wê deng bidin.

Serketiya hilbijartinê wê di 5’ê Îlonê de diyar bibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, heta payîzê serokwezîrekî nû bê hilbijartin ew ê li ser wezîfeyê bimîne.

Di vê navberê de, biryara Johnson ya ji bo dengdana pêbaweriyê ji hikûmetê re hat dayîn.

Ji Johnson jî tê xwestin ku di demekî kin de posta serokwezîrtiyê radestî kesekî din bike.

Rishi Sunak û Penny Mordaunt du berbijêrên herî zêde deng girtine.

Truss Sunak tawanbar kir ku bi zêdekirina bacên mezinbûnê asteng dike.

Sunak, anî ziman ku ew jî wekî hemû namzetan dixwazin bacê kêm bikin, lê wê bi berpirsyarî tevbigerin.

Serokwezîr Boris Johnson ragihand ku ew ê di pêşbirka serokatiyê de piştgiriyê nede ti namzetekî.

Johnsonê ku di 7ê Tîrmehê de îstifa xwe pêşkêş kiribû ragihand ku heta serokê nû yê partiya wî neyê hilbijartin ew ê wezîfeya xwe ya serokwezîriyê bidomîne.

Johnson got, wî hewl da ku wezîrên di kabîneya xwe de razî bike ku li cem wî bin lê bi ser neket.

Back to top button