Oner Yîgît: Em ê li Wanê sandoqên xwe biparêzin

Bi nêzbûna hilbijartinê re li Bakurê Kurdistan Partiya Çepên Kesk lez dan xebatên xwe.
Li Wanê jî di çarçoveya ewlehiya sindoqan de muşahîd jî di nav de gelek wezîfedar dixebitin.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê ya Partiya Çepên Kesk Oner Yîgît ji ANF’ê re axivî û got:

“Li Wanê em ji bo 2 hezar û 294 sindoqan kar dikin

Ji muşahîdan heta bi wezîfedarên li ser sindoqan ên dibistanan, hem karên perwerdeyê hem jî rê û rêbazên karê wan plansazî hatin kirin.

Li gel muşahîdên xwe em ê bi 5 hezar û 800 wezîfedarên sindoqan ewlekariyê bikin.

Me ewlekariya sindoqê bi temamî misoger kirine.”

Partiya Çepên Kesk li Wanê pûslûla da nasandin

Li ser heman mijarê li Wanê endamên Partiya Çepên Kesk Dilgeş Azat û Multezî Kaynak rê û rêbazên bikaranîna pûsûlaya dengan dan nasandin.

“Dengdana ji bo Partiya Çepên Kesk berpirsyariyeke dîrokî ye”

Back to top button