Wezîrên avê yên Iraq û Sûriyeyê têkildarî avê protokoleke teknîk a hevpar îmze kir.
Derbarê peymana Iraq û Sûriyeyê de Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand û got:
“Wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê Ewn Ziyab û wezîrê avê yê Sûriyeyê Temam Mihemed Raed protokola teknîk a hevbeş a li ser avê îmze kiriye.
Wezîrê avê yê Iraqê Ewn Ziyab ji bo bidestxistina armancên hevbeş û mafên avê daxwaza berdewama hevkariyên hevbeş kir.
Her wiha têgihîştina zelal di birêvebirina çemê Firatê de kir.”