HPG: Li Gever û Xakurkê 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li bakur û başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
HPG’ê diyar kir ku li dijî karwanê leşkerî yê artêşa Tirk a ku ji Geverê diçû Qereqola Wargenima, çalakî hate kirin. Hat diyar kirin di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî hate rûxandin, 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Her wiha HPG’ê da zanîn li Xakurkê jî di encama çalakiya gerîlayan de leşkerekî dagirker yê Tirk hate kuştin.

Li bakur û bakurê Kurdistanê çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li hêzên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“27’ê Tîrmehê li herêma Xakurkê li dijî dagirker, hêzên me bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiya serketî de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê li Colemêrgê li dijî karwanê leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku ji navçeya Geverê diçû Qereqola Wargenima, hêzên me yên YJA Starê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de wesayiteke leşkerî ya zirxî hate rûxandin, 6 dagirker hatin cezakirin û 10 dagirker jî birîndar bûn.”

HPG’ê destnîşan kir piştî çalakiyê, artêşa Tirk a dagirker rêya di navbera Gever, Şemzînan û Yekmala Jêr demeke dirêj li çûn û hatinê girt, windahiyên xwe qadê bir.

Her wiha HPG’ê diyar kir 27’ê Tîrmehê herêmên Avaşîn, Heftenîn û Xakurkê û Zapê bi balafirên şer, helîkopter û topên hawanan bombebaran kir.

Hat diyar kirin ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button