Li navenda Efrîn û navçeya Raco yek jê zarok 5 sivîl hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta trik û çeteyên wê li dijî sivîlan bê navber dewam dikin.
Dagirkeran li navenda Efrînê û navçeya Raco, yek jê zarok 5 kesên sivîl revandin.
Dagirkeran piştî standina 14 hezar dolar du sivîlên ji navçeyên Mabata û Şêrewa jî berdan.

Sûc û kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her diçe li dijî Efrîniyan zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûrî ragihand ku ji bo standina pereyan çeteyan bi tewanên nerast ji navçeya Raco, jê zarokek, 4 sivîl revandin.

26’ê vê mehê, çeteyan ji gundê Hec xelîl yê navçeya Raco zarokê bi navê Mîrvan Elî Şêxo revand.

Li gorî rêxistinê, bi tawana ku di dîmeneke beriya çar salan di şehiyek li Efrînê hatibû li darxistin, hat xuyakirin, çeteyan zarokê 14 salî revand.

Li heman gundî jî, çeteyan ciwanê bi navê Doxan Hisên ê 24 salî revand.

Heman rojê jî, ji gundê Moseka şêniyê bi navê Xalid Mistefa Hisên ê 44 salî û ciwanê bi navê Ramî Qere ê 19 salî hatin revandin.

27’ê vê mehê jî, li navenda bajarê Efrînê, çeteyan şêniyê bi navê Ebdulselam Elo yê ji gundê Mistikê yê navçeya Şiyê revand.

Piştî standina 14 hezar dolar du sivîlên ji Mabata û Şêrewa hatin berdan

Li aliyekî din, duh çeteyan piştî standina 2 hezar dolar, şêniyê bi navê Ebdulreûf Şêx Seydî yê ji gundê Şêxûtka yê Mabata berdan.

23’ê vê mehê, bi tewanên ne rast Ebdulreûf ê 50 salî hatibû revandin.

Li gorî malpera Afrinpost jî, piştî standina 12 hezar dolar ji şêniyê bi navê Behrî Kedo yê 65 salî, ew ji girtîgeha çeteyên” Feyleq El-Şam” hat berdan.

13’ê vê mehê, ji ber Behrî yê ji gundê Xezewiyê غزاوية yê navçeya Şêrewa, erebeyek derbasî bajarê Helebê kir, çeteyan ew revand û bi giranî êşkence kir.

Back to top button