ÎRAQ…Li gelek bajaran çalakiyên li dijî encamên hilbijartinê dewam dikin-HAT NÛKIRIN

Li seranserî Iraqê welatî ji encamên hilbijartinê parlamenê ne razî ne..
Duh li gelek bajaran li ser banga partiyên redker xwepêşandan hatin lidarxistin..
Li Bexda, Besra, Nînewa û Zîqarê welatiyan agir bi çerxeyan xist û rê girtin..
Îro jî, welatiyên parêzgeha Diyalayê bi heman armancê derketin xwepêşandanê..
Hikûmeta Iraqî jî, ji bo rêgirtina li ber xwepêşandanan, hêzên xwe li derdora Herêma Kesk a Bexdayê belav kirin..

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartina pêşwext eşkere kirin..

Piştî eşkerekirina encaman, li Bexda, Nînewa, Besra û Zîqarê welatî daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan dan..

Welatiyan agir û dolaban xist û rê li ber trafîkê girtin..

Hêzên Ewlehiyê jî xwepêşander dorpêç kirin, da ku rê li ber herikîna wan bo deverên din bigire..

Ji duh heta îro ve xwepêşandan berdewam in..

Welatî di xwepêşandanan de daxwaza betalkirin hilbijartinê dikin..

Bi heman armancê, welatiyên parêzgeha Diyalayê jî îro daketin kolanan..

Welatiyan agir bi çerxeyan xist û rêya sereke ya Baqûba û Xaneqînê li ber çûnûhatinê girtin..

Li gor agahiyan, li Bexdayê ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna xwepêşandanan, leşker li derûdora Herêma Kesk hatin belavkirin û hêzên taybet hatin bicihkirin..

Hikûmeta Iraqê armanc dikir ew ê bi vê hilbijartinê aloziya heyî derbas bike, lê diyar e alozî ji ber encama hilbijartinê, kûrtir dibe..

Back to top button