Tevî rewşa zor, li gorî wehîdeyê bêyî çêkirina komban cejn nabe!

Ji Cejna Remezanê re tenê çend roj man, şêniyên li herêmê jî tevî bihabûna kelûpelan dest bi amadekariyan kirine.

Jina bi navê Wehîde Ismaîl jî li bajarê Helebê kulîçan çêdike. Ew diyar dike ku bêyî çêkirina kulîçan Cejn nabe.

Kombe yan jî Kulîçe yek ji cûreyên şîraniyê ku di Cejinan de şêniyên li rojavayê Kurdistanê li malên xwe çêdikin.

Tevî rewşa zor jî lê li gorî wan bêyî çêkirina komban cejin nabe.

Wehîde Ismeîl jî ji gundê Edema ya Recoya Efrînê ye..

Wehîde tevî malbata xwe ji ber dagirkeriya Tirk koçî bajarê Helebê kiriye, lê li wir çanda xwe ji bîr nekiriye..

Lewra weke dayîk û dapîrên xwe di her cejnê de Wehîde komban çêdike.

Her çiqasî şêwazê çêkirina komban ne weke li bajarê wê be..

Kombûna jinan bi hev re rihê komîner û sivikkirina kar nîşan dide..

Ji mêj ve, li Rojavayê Kurdistanê bi hatina cejnan kombe tên çêkirin.

Di salên dawî de ji ber şer û êrîşan, gelek diyardeyên kêfxweşiyê ji nava civakê kêmbûne.

Lê tevî wê jî Efrîniyê koçber ji bo di her cejinê de, dilê zarok û mêvanên xweş bikin, bi destê xwe komban çêdikin û ji wan re pêşkêş dikin.

Efîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriya tirk koçber bûne ku niha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimînin

Bi hatina cejna remzanê çanda xwe ya mêvan perweriyê berdewam dikin

Dayîka bi navê wehîde ismayil ya ku ji gundê Edema ya nvçeya Raco ya Efrînê ye ku niha li Helebê dimîne jı bo amadekarıyên cejna remezamnê dest bı çêkirina kêkan kirine

Wekî ku tê zanîn çêkirina kêkan bi taybet kombe bi hatina cejna remeza yek ji çanda efriniyan ya serke ye

Û ew dibêje ku ez hîna ji daiyka xwe fêr bûye û me jî debasî nifşên nû kirine

Dayîkê xweziya xwe bi rojên li efrînê anî û got li efrînê me kombeyên cejinê di sêlêde û li ser agrê daran çêdikir û ji dêvla zeyta garis me bi zeyta zeytûnan çêdikir dıbêje çêjeya wan xweştrîn bû

ji bo çêkirina kêkan ew bi awayekê komînal bi hevre dixebitin ji bo ji ber ku ew bi rojîne û newestin her sê çar malbat bi hevre dibin alîkar û yê malbatekê çêdikin

Back to top button