Salvegera 11. a sihadta şoreşger Şêrîn Elemhulî

Îro salvegera 11. a şihadeta Şêrîn Elemhulî û hevalên wê ye. Rejîma Îranê ew darvekir, lê nikarî armancên wê yên azadiyê têk bibe.
Şêrîn di tevahî têkoşîna xwe de bû lûtkeya berxwedan û îradeya mirovên azad.

Rejîma Îranê ew darve kir, lê nikarî armanc û têkoşîna wê tune bike.

Şêrîn Elemhulî..

Piştî Leyla Qasim jina Kurd a duyemîn e ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê darvekirin.

Şêrîn 1981’an li gundê Dêm-kiş-lak a bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Şirîn Elemhulî neheqî, zilm û bindestî nepejirand, lewra riya têkoşînê hilbijart.

2006’an li Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd li dijî nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li ser Rêber Abdullah Ocalan rabûn serhildanê.

Lê ji ber urf û adetên civakî, Şêrîn nekarî beşdarî serhildanê bibe.

Şêrîn di şeva nîşana xwe de, li gel du hevalên xwe Ronahî Denîz û Çalak Ciwanro beşdarî nava refên gerîla bûn.

Şoreşger Şêrîn, di demeke kurt de xwe pêş xist û sozên ku dabûn, bi cih anî.

Ew nêzî salekê li çiya dimîne, li wir fêrî xwendin û nivîsandinê dibe.

2008’an dema ku dewleta Tirk bi hevkariya Îranê êrîşî Qendîlê kir, 6 endamên ragihandina PJAK’ê şehîd bûn.

Şêrîn Elemhûlî, ji bo tola hevalên xwe rake, biryar da di nava balafirgeha Tahranê de çalakiyek fedayî pêk bîne.

Ew dema sed metreyan nêzî balafirgehê dibe, ji aliyê hinekan ve tê dîtin û piştre tê binçavkirin.

Têkoşer Şêrîn, ji aliyê hêzên Îranê ve bi giranî tê êşkencekirin, tevî vê jî radest nabe û dest bi grevê dike.

Şîrîn Elemhûlî di bîranîna xwe de wiha dinivîse:

Ji min xwestin ku bi wan re hevkariyê bikim da ku hukmê dardekirinê bişkê. Ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Di encamê de ez ê bêm e dardekirin û nema azad dibim.”

Rejîma Îranê bi dehan caran zext li wê dikirin, tenê ji bo ku poşmam bibe û dev ji têkoşînê berde.

Lê, Şîrîn ji wan re got:

“Hûn dikarin canê min bistînin, lê hûn nikarin rûmeta min ji min bistînin”.

Şêrîn piştî 6 mehên êşkence û lêpirsînê, ji wir sewqî girtîgeha Evîn kirin.

Piştî du salan bi biryara dadwer Ebulqasim Selewatî, 9’ê Gulana 2010’an Şêrîn ElemHulî tevî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Islamyan re hate darvekirin.

Ev şoreşger li ber sêdarê sirûda ‘Ey Reqîp’ dixwînin û diçin şehadetê.

5 roj piştî darvekirina wan, weke nerazîbûn greva giştî hate destpêkirin.

Jiyan û têkoşîna gerîlaya PJAK’ê Şîrîn Elemhûlî, bû roman.

Romana Pepûleya Azadiyê li girtîgehên Tirkiyê ji aliyê nivîskar Ehmedê Bilokiyê ve hat nivîsandin.

Şêrîn di tevahî têkoşîna xwe de bû lûtkeya berxwedan û îradeya mirovên azad.

https://youtu.be/SUPksskm1oc

Back to top button