Tenê salê rojekê weke ‘Bihişt’ tê pênasekirin, 364 rojan jî li dayîkan dikin dojeh

Hişmendiya mêr a serdest tenê salê rojekê wekî “Bihiştê” pênase dike û 364 rojan jî li dayikan dike dojeh. Belê îro qaşo ‘Roja Dayîka’ ne, lê li kurdistanê dayîkên kurd bi hestirên dîtina zarok, hestiyên zarokên xwe û gorên wan vê rojê pêşwazî dikin.

Roja yekşemê ya hefteya destpêkê ya meha Gulanê wekî “Roja Dayikan” tê pîrozkirin.

Dîroka vê rojê ji Yewmeniya Antîk dest pê dike.

Yewmeniya li ser navê dayika xwedavenda Antik, Rhea pîrozbahiyên baharê li dar xistin.

Li DYA’ê Roja Dayikan, yekem car ji aliyê Julia Ward Howe  ve 1872’an wekî “Roja ji bo aştiyê hatiye hilbijartin” hat diyar kirin.

1907’an ev kevneşopî li Philadelphia jinek bi navê Dayika Jarvis  salvegera mirina dayika xwe wekî Roja Dayikan pîroz kir.

1914’an bi awayekî fermî ev roj hat ragihandin.

Piştre yekem car 9’ê Gulana 1955’an Roja dayikan pîroz kirin.

Tev diyarkirina vê rojê jî, li her derê jin ji bo mafê xwe têdikoşe û dixwaze bi vîna xwe ya azad derbarê xwe de biryarê bide.

Lê hişmendiya ku jinê weke xizmetkar dibîne, li şûna wateya azadiyê bar bike, bêtir wateya koletiyê li jinê bar dike.

Hişmendiya kapîtalîst Roja Dayikan tenê ji bo wê bêtir kirîn û firotin zede bibe, pêşbirga diyarkirina xelatan derdixe pêş.

Li Kurdistanê, dayîk bi hesreta dîtina gorên zarokên xwe vê rojê pêşwazî dikin

Di roja dayikan de gelek dayikên kurd jî, bi hestera dîtina zarok, hestiyên zarokên xwe û gorên wan vê rojê pêşwazî dikin.

Hin dayik, zarokên wan ji bo jiyanek azad û bi edalet jiyana xwe ji dest dane.

Zarokên hin ji wan ji malê hatin binçavkirin û windakirin.

Hin jî zarokên wan li kolanan hatin kuştin û yê din jî li bi xwe hatin kuştin û zarokên sêwî li dû xwe hiştin.

Lê hişmendiya mêr a serdest tenê salê rojekê wekî “Bihiştê” pênase dike. 364 rojan jî li dayikan dike dojeh.

Polîtikayên milîtarîst, hemû rojan li dayikan dike mîna dojehê û dike qada agir.

Desthilata AKP’ê dayikên dilêş arasteyî pêş avahiyên HDP’ê dikin û dayikan perçe dike.

Li aliyekî êşên hin dayikan dibîne û wan dike maşikê polîtîkayên xwe, li aliyê din tu carî êşên dayikên din nabîne.

Li Tirkiyê yek ji dayikên herî zêde ji bo aştiyê têdikoşe Dayikên Aştiyê yên “Laçik Spî” ne.

Dayikên Aştiyê ji 1999’an heta niha ji bo operasyonên leşkerî bi dawî bibin sînga xwe dan pêş tang, top û maşîneyên zirxî û têkoşiyan, gelek caran jî hatin binçavkirin û bi tundiyê re rû bi rû man.

Dayik Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê hatine kuştin û li pey edaletê ye, yek ji wan dayîkan e.

Li gel evqas binpêkirin û zext li cem dayîkên kurd tu wateya vê rojê tune ye..

https://youtu.be/ivbcbQHqGqw

Back to top button