Koçberên Efrînê li dijî êrîşan daketin qadan

Koçberên Efrînê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşên cuda êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê jî bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî û hemû gelê azadîxwaz kir ku destekê bidin berxwedanê.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê koçberên Efînê meşiyan..

Meş li gundê Kefer Naya yê Şehbayê hat lidarxistin û bi sedan kes tevli bûn..

Piştî ku li qada gund meş veguherî mitîngê endama rêveberiya Kongra Star Rîhab Cibû axivî.

Rîhab Cibû êrîşên dewleta Tirk û dewletên ku piştgiriyê didin Erdogan jî şermezar kir..

Li Helebê êrîş hatin şermezarkirin

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi heman armancê daketin qadan û êrîş şermezar kirin..

Şêniyên taxê ku tevli meşê bûne berxwedana gerîlayan silav kirin û piştgiriya xwe bi wan re teqez kir.

Rewşenbîrên Efrînê: Destekê bidin berxwedanê

Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê jî bi daxuyaniyekê sûcên şer ên dewleta Tirk ên li herêmên Parastina Medya şermezar kirin.

Yekitiya Rewşenbîran bang li civaka navneteweyî û hemû gelê azadîxwaz kir ku destekê bidin berxwedanê.

Back to top button