Germahiya global gefê li mîlyarek zarokî dixwe

Guherîna avhwa ya di her warî de bandorê li ser jiyana mirovan dike, berdêlên giran bi zarokan jî dide kirin.
Rêxistina civaka sivîl KidsRights diyar kir ev yek bandorê li ser milyarek zarokî dike.

Rêxistina civaka sivîl KidsRights, ji bo zarokên niha û nifşên bê hişyarî da û diyar kir ku guherîna avhewayê gef li paşeroj û mafên bingehîn ên zarokan dixwe.

KidsRights, destnîşan kir ku bandorên guherîna avhewayê ji bo milyarek zarokî gefek mezin e û diyar kir ku di deh salên dawî de li seranserê cîhanê di asta jiyanê ya zarokan de pêşketinek girîng çênebûye.

KidsRights, bi bîr xist ku şewba Covid-19 li ser zarokan bandorekî mezin kiriye û got;

Gelek caran zarok bê xwarin û bê derman dimînin.

286 Hezar zarok ji ber bêxwarin û dermanan mirin e

Rêxistina civaka sivîl a Hollandayê diyar kir ku ev rewş bûye sedema mirina bêtirî 286 hezar zarokên di bin temenê 5 salî de.

Di rapora salane ya bi navê “KidsRights Index” ku 185 welat di pîvana ahenga Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî hatine rêz girtine de, Îzlanda, Swêd, Fînlandiya û Hollanda di sala 2022’an de di rêzgirtina mafên zarokan de di rêza yekem de cih digrin.

Welatên Komara Afrîkaya Navîn, Sierra Leone, Efxansitan û Çad jî di dawiya listeyê de cih digrin.

Di destpêka lîsteyê de Almanya di rêza 5’emîn, Luksembûrg 6 û Tirkiye jî di rêza 25’emîn de ye.

Lîste li gorî mafê jiyanê, mafê tendursitiyê, mafê perwerde, mafê parastinê û mafên zarokan hatiye amadekirin.

Dullaert: Gef li ser paşeroj û mafên bingehîn ên zarokan heye

Serok û damezrênerê KidsRights’ê Marc Dullaert got,

“Bi guherîna avhewayê re gefa li ser pêşeroj û mafên bingehîn ên zarokan heye.

Şewba Covid-19 li ser zarokan bandorekî mezin kiriye û di deh salên dawî de li seranserê cîhanê di asta jiyanê ya zarokan de pêşketinek girîng çênebûye.”

Li gorî KidsRights, di du salên dawî de hêjmara zarokên karker gihiştiye 160 milyonan û di 4 salên dawî de jî 8,4 mîlyon zarokên din li vê yekê zêde bûne.

Back to top button