Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê piştî biryarên tedbîra li dijî vîrûsa Coronayê civîna xwe ya asayî a yekemîn li dar xist. MSD’ê diyar kir ku hikumeta Şamê berpirsê qeyrana aborî û têkçûna nirxê lîreyê Sûriyê ye.
Hevseroka meclisê Emîne Umer û piraniya endamên meclisê beşdarî civînê bûn.
Emîne behsa geşedanên dawî ên li Sûriyê, aloziyê û nebûna çareseriyê kir.
Di civînê de beşdaran diyar kir ku hikumeta Şamê ya ku danûstandin qebûl nekir, berpirsê qeyrana aborî û têkçûna nirxê lîreyê Sûriyê ye.
Beşdaran bang li civaka navneteweyî û dewletên ku li Sûriyê çalakin kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û sûcên wê yên li dijî herêmê ên mîna qutkirina avê, gefên li jiyana milyonan, hewldanên firehkirina dagirkeriyê rawestînin.
MSD`ê danûstandinên di navbera Kurdan de jî pîroz kir û destnîşan kir ku xebatên di vî warî de heta bigihêjin lihevkirinekê divê bidomin.