Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li navçeyên Mêrdînê gel re civiyan.
Parlementeran malavayiya gel kirin û ji bo 28’ê Gulanê jî bang kirin ku her kes biçe ser sindoqan.
Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeyên Mêrdînê mal bi mal geriyan.
Parlamentgerên Mêrdînê yên hatin hilbijartin Salîha Aydenîz li Mehsertê, George Aslan li Artûklûyê, Kamûran Tanhan li Kerboranê û Berîtan Guneş jî li Şemrexê bi gel re civiya.
Di serdanan de parlamenteran malavayiya gel kirin û her wiha bang kirin ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan.
Welatiyan di serdanê de eleqeyek mezin nîşanê parlamenteran dan.
Ji bo hilbijartinê AKP di havînê de dest bi belavkirina komirê kir



