Komîteya Çapemeniyê ya PJAK’ê bi daxuyaniyekê gerîla Karwan Horamî û Aram Sîrwan bi bîr anî.
PJAK’ê ragihand ku şehîd Karwan kedkarek yê Çapemeniya Azad bû û got:
“Li Rojhilatê Kurdistanê şehîdbûna du ciwanên têkoşer û şoreşger ên Kurdistanê zêdetir bar dixe ser milê hevrêyên wî.”
Komîteya Çapemeniyê ya Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî gerîla Karwan Horamî (Mihemed Melêkî) û Aram Sîrwan daxuyaniyek nivîskî da û bibîr anî.
PJAK’ê anî ziman ku li Rojhilatê Kurdistanê şehîdbûna du ciwanên têkoşer û şoreşger ên Kurdistanê zêdetir bar dixe ser milê hevrêyên wî.Di dewamê de PJAK’ê sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdan re kir û wiha got:
“Hevrê Karwan yek ji wan şoreşger û xebatkarên Çapemeniya Azad bû ku di nava têkoşîna azadiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwedî kedeke mezin bû.
Hevrê Karwan li malbateke heskirî, welatperwer û kedkar ê herêma Hewremanê ye, girêdayî şehîd û ramanê Rêber Apo bû.
Li ser vî bingehî tevlî nava şoreşê û refên gerîla dibe.”
PJAK’ê hevrê Karwan xwedî kedekî mezin e û got:
Hevrê Karwan tenê ragihandinkarek nebû, ragihandinkareke şoreşgerî bû, bê westan şev û roj kar dikir ji bo êş û azarên gelê xwe û azadîxwaz bigihîne.
Têkildarî jiyana bi têkoşînê dagirtî yê şehîd Aram Sîrwan jî PJAK’ê ev tişt anî ziman:
Hevrê Aram Sîrwan jî li Çeperên Berxwedanê yên Avaşîn, Zap û Metîna li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk a dagirker û NATO destê xwe xistibû nava dilê wan neyarên.
Hevrê Aram fedayiyeke yê eniya şer û gerîlayeke fedayî bû.
Divê ev fedayîtî bibe nîşaneya nava ciwanên nû û azadîxwazan.
Komîteya Çapemeniya PJAK’ê di dawiyê de sozên xwe yên ji bo pêkanîna şehîdan dubarê kir û got:
Heta gihiştina armancên şehîdan em ê têkoşînê bidomînin.”