Mihrîcana ciwanên Kurdistanê dest pê bû

Mihrîcana Çand û Werzişê ku ji aliyê ciwanên Kurd ve li Ewropayê tê organîzekirin, îsal bi navê ”Mihrîcana Ciwanên Kurdistanê” li bajarê Freîbûrgê dest pê bû.

Ciwan, bi dirûşmeya ”Li hember qirkirina sedsalê bi çanda xwe, xwe bi rêxistin bike”, ev çend meh bûn ku ji bo mihrîcanê dixebitîn.

Bi hezaran ciwanên ji Elmanya, Hollanda, Fransa û Swîsreyê û wd. hatin, di Mihrîcana Ciwanên Kurdistanê de hatin ba hev.

Ciwanan, pankartê li ser ”Xwe biparêze” nivîsandî hilda û ber bi qada mihrîcanê ve meşiyan.

Mihrîcan, piştî meşê, bi rêzgirtina ji bo bibîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dewam kir.

Bi axavtina Yûsûf Amed û Zekiye Nisêbîn ku li ser navê Ciwanên Kurdistanê axivîn, bername dewam kir.

Amed, banga pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo û xwedî derketina li berxwedana gerîla kir.

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan (KOMAV) Heval Salih daxuyanî da.

Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê û Kurdistaniyan govend gerandin.

Back to top button