Li 5 bajaran çalakiya Nobeta Edaletê

Çalakvanên li Edeneyê, Amed, Wan, Mêrsîn û Stenbolê Nobeta Edaletê didomînin, daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” berz kirin.

Li bakurê kurdistan û Tirkiyê greva birçîbûnê yê girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di çarçoveya pêngava”Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de dane destpêkirin di roja 35’an de didome.

Nobetên Edaletê ya ku ji bo berxwedan zîndana hatiye destpêkirin li bajarê Wan, Amed, Stenbol, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin didome.

Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene di roja 27’emîn de berdewam dike.

Çalakiya nobetê ya li Wanê jî di roja 24’an de berdewam dike.

Endama Meclisa Dayikên Aşitiyê Saadet Oklû ku beşarî çalakiya nobetê ya Wanê bûye axivî û got:

“Cenazeyên zarokên me di nava qutiyan de, bi kargoyê teslîmî me dikin.

Ji vê derê bang dikim; bila dayikên leşkeran û Dayikên Aştiyê piştgirî bidin me.

Em tevî hemû zilma tê kirin, daxwaza xwe ya aştiyê, di her fersendê de tînin ziman.”

Dayika Aştiyê ya ji Edeneyê tev li çalakiyê bûye Bezo Orûç jî axivî û ev tişt anî ziman:

”Heta ku ev zext li ser Serokê me were meşandin, dê tu kes ji me azad nebin.

Em aştî û azadiyê dixwazin.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Edeneyê jî di roja 18an de berdewam dike.

Sevîm Uzuncan û Sulhiye Saruhan jî yên tevli çalakiya nobeta adaletê ya Amedê bûne axivîn.

Sevîm Uzuncan diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd bê rakirin û bang li her kesî kir ku divê li dijî tecrîdê bibin yek û dengê xwe bilind bikin.

Sulhiye Saruhan jî destnîşan kir ku yekane daxwaza wan edelete.

Li 6 bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nobeta edaletê didome

Back to top button