Ji bo şehîd Şahîn Elî li Kobanê konê sersaxiyê hate vedan

Li Kobanê ji bo şehîd Şahîn Elî ku di êrişa Şengalê de şehîd bibû konê sersaxiyê hate vedan.

Di 28 ê Kanûnê de balafira dewleta Tirk a dagirker sê caran konekê karkerên Rojavayê Kurdistanê ku bîrên avê ji bo gundên Kora Simoqya ya Şengalê dikolandin bombabaren kir û di encamê de 5 karker şehîd bûn.

Şêniyên Kantona Firatê sersaxî da malbata şehîd Şahîn Elî ku yek ji karkerên di 28′ê Kanûnê de li Şengalê di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn.

Îro bi dehan şêniyên Kantona Firatê û endamên saziyan berê xwe da Taxa Botan Xerbî ya bajarê Kobanê, sersaxî ji malbata şehîd Şahîn Elî re xwestin.

Di bin Konê taziyê de wêneyên şehîd hatibûn daliqandin û bi dirûşmeya “Şehîd Namrin” hatin berz kirin.

Li ser navê TEVDEM’ê Bozan Dalî rêveberiya yekîtiya esnafan ya bajarê kobanê axifî û got:

”Her qehremanek dema diçe ser dilovaniya xwe parçeyek ji dilê dayikan tê jêkirin.”

Nasnameyên 5 karkerên li Şengalê şehîd bûn, eşkere bû

Back to top button