RJAK: Divê jin hîn zêdetir bi erka xwe ya parastina ziman rabin

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê daxuyaniyek belavkir. RJAK’ê ragihand ku ewê weke jin rolê xwe yê parastina zimanê Kurdî de, aktîvtir bikin.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê-RJAK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

RJAK’ê despêkê roja zimanê dayîkê li hemû gelên ji bo zimanê xwe têdikoşin pîroz kir û got:

“Dema dagirker bixwaze gelek, netewek ji holê rake, ji ziman destpê dike. Dagirkeran hertim zimanê Kurdî qedexe kiriye, ziman û çanda xwe bi ser me dane ferz kirin.”

RJAK’ê ragihand ku ewê weke jin rolê xwe yê parastina zimanê Kurdî de, aktîvtir bikin

Li Mexmûr, Şarezûr û Koyê roja ziman hat pîroz kirin

Li Şarezûr û Koyeyê jî derbarê girîngiya zimanê dayikê semîner hate dayîn.

Mamosteyên ziman di semîneran de bang li malbatên kurdî kirin ku zarokên xwe dewsa zimanên beyanî fêrî zimanê kurdî bikin.

Qada Pewerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Roja Zimanê Dayikê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Back to top button