Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov gundên navçeya Pêncwên bombebaran kir.
Di encama êrişê de 3 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov êrişî gundên Salyawa, Wiryawa Kanî Mîranî û Babe Elî yên ser bi bajaroka Germkê ya girêdayî navçeya Pêncwên bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de şehîd û birîndar hene
Her wiha balefiran wesayîtek hedef girtine û di encama êrişê de 3 kes şehîd û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan heta van kêliyan jî balefirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser herêmê digerin.
Gundên hatine bombebarankirin, 30 kîlometran ji navçeya Pêncwên dûrin.
Heta niha di derbarê êrişê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
CPT: Li Şêladizê 2 welatî di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan