Ji ber derketina rewşên Corona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi taybet li Qamişlo û Hesekê, pêşangeha 4. a şehîd Herekol jî ku biryar bû sibe bi dawî bibe, îro bi dawî dibe.
Pêşangeha 4. a Ş. Herekol di 20’ê Hezîranê de bi tevlîbûna 39 weşanxaneyan dest pê kir.
Di pêşangehê de zêdeyî 120 hezar pirtûk hatin pêşandan.
Biryar bû ku sibe ango 25’ê Hezîranê û piştî 6 rojan ji vekirina wê bi dawî bibe, lê ji ber derketina rewşên vîrûsa Corona li herêmê û weke tedbîr, îro pêşangeh bi dawî dibe.