Tirkiye dixwaze leşkerên xwe bi fermî bişîne herêma Qerebaxê

Piştî dewleta Tirk ji bo gurkirina şer bi hezaran leşker û çeteyan xwe şandin herêma Qerebaxê, niha jî ji bo tevlî pêkanîna agirbesta li Qerebaxê bibe hewl dide leşkerên xwe bi fermî bişîne herêmê.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî diyar ji ber tevlîbûna artêşa Tirk û çeteyên wê ya di şerê Qerebaxê de bû sedem ku ew têk biçin.

Piştî ku Tirkiyê bi hezaran leşker û çeteyên xwe şandin Azerbeycanê ji bo pê re tevlî şerê li Qerebaxê bibe, niha jî dewleta Tirk daxwaz dike ku bi fermî leşkerên xwe bişîne Azerbeycanê.

Serokatiya Tirkiyê ji bo şandina leşkerên Tirk bi fermî ji bo Azerbeycanê daxwaznameyek bi îmzeya serokomar Erdogan pêşkêşî parlamana Tirkiyê kir.

Di daxwaznameyê de Erdogan daxwaza erêkirina şandina leşkerên Tirk kir ji bo avakirina “Navendeke Hevkariyê” bi Rûsyayê re li herêma Qerebaxê.

Beriya niha jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku derdora 2 hezar û 500 leşker bi riya dewleta Tirk ji bo şerê Qerebaxê hatibûn şandin ku ji wan derdora 220 çete hatine kuştin.

Rûsya û Fransayê biryara hevkariyê di çarçoveya “Girûpa mînsk” de da

Her wiha serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokomarê Fransayê bi riya telîfonê derbarê rewşa dawî ya herêma Qerebaxê axivîn.

Herdu serokan derbarê pirsgirêka Qerebaxê de biryara hevkariyê di çarçoveya “Girûpa Mînsk” de da.

Ermenistan: Tevlîbûna Tirkiye û çeteyên wê ya şer, sedema binketina me bû

Îro jî, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di daxuyaniyeke çapemeniyê de behsa şerê Qerebaxê kir.

Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku ew berpirsê yekem ê binketina şerê li Qerebaxê û wiha got:

“Ermenistan di şerê Qerebaxê de bi bin ket ji bo ew ne tenê şerê Azerbeycanê dikir, lê wê şerê Tirkiye û çeteyên wê dikir.

Derbarê pêkanîna lihevkirina dawî ya bi Azerbeycanê re, Paşînyan anî ziman ku pevguhertina dîlên şer wê piştî qonaxa pevguhertina kuştiyên şer pêk were.

Wezîrê Karên Derve Zohrab Mnatsakanyan istîfaya xwe pêşkêş kir

Li aliyê din jî, piştî heftiyekê ji ragihandina agirbesta navbera Azerbeycan û Ermenistanê, îro Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan istîfaya xwe pêşkêş kir.

Back to top button