Mûrad Karayilan: Bi propagandayên derew naxwazin çalakiyên gerîla bibînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan êrîş û operasyonên li dijî gerîla jî nirxand û diyar kir hêza artêşa Tirk ya ku li bejahî li dijî gerîla şer bike nemaye û destnîşan kir ji ber vê jî giraniya xwe daye ser teknîk û îstixbaratê û propagandayên derew dikin.
Karayilan diyar kir artêşa Tirk li Heftenînê jî gelek derbên mezin xwar lê vê yekê ji raya giştî vedişêrin.

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrad Karayilan êrîş û operasyonên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî gerîla jî nirxand û diyar kir, dewleta Tirk ji operasyonan zêdetir li ser tevgerê û gerîla operasyonên psîkolojîk dimeşîne.

Karayilan wiha got:

“Îro bêtir bala xwe dane ser operasyonên psîkolojîk, propagandayan li ser derewan dikin. Bi vî awayî tişta ku dixwazin li ser gel û raya giştî ferz dikin. Tiştekî ku tuneye wekî heye nîşan didin. Dixwazin bibêjin ‘Me gerîla qedand. Me PKK tasfiye kir, min gefên li ser Tirkiyê rakir.’ Bi vî awayî dixwazin reha neteweperest û nîjadperest a di nav gelê Tirkiyê de xurt bikin û şovenîzmê zêde bikin. Naxwazin bêjin ku gerîla li cihekî çalakî kiriye.”

Karayilan: Artêşa Tirk li Heftenînê derbên mezin xwar lê vedişêrin

Karayilan diyar kir artêşa Tirk li Heftenînê gelek derbên mezin xwariye lê vê yekê vedişêrin û got,

“Li Heftanînê heval dîmenê hin çalakiyên xwe dikin belge û belav dikin. Di dîmenên çalakiyên gerîlayan de her tişt bi zelalî tê dîtin, di çeperê de 5,6 leşker heye, gerîla wê çeperê îmha dike, li holê tiştek namîne. Lê derbarê van çalakiyan ti daxuyanî nayê dayin. Ti kes napirse, vaye belge hene lê ka ev leşkerên mirî li ku ne. Li Heftanînê evqasî derbe xwarine, dîmenê gelek çalakiyan hene, lê wekî ku tiştek pêk nehatiye tevdigerin.”

Karayilan: Hêza Artêşa Tirk ya bejahî nemaye ku li dijî gerîla şer bike

Karayilan bal kişand li ser propagandayên derew yên dewleta Tirk û anî ziman, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di serdema xwe ya herî xurt û serkeftî de ye û ji ber vê jî dewleta Tirk har û dîn bûye, nizane çi bike û di nava tirs û panîkê de ye.

Karayilan diyar kir ji ber ku hêza bejahî ya şer a artêşa Tirk nemaye û nikare sing bi sing li dijî gerîla şer bike, giraniya xwe bi temamî daniye ser îstîxbaratê û teknîkê.

Back to top button