Li Reqayê 2 bazirganên narkotîkê û pereyên sexte hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ragihand ku 13`ê Nîsanê li Reqayê 2 bazirganên narkotîkê û pereyên sexte hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê li ser malpera xwe daxuyaniyek da û derbarê operasyona xwe de ev agahî parve kirin:

“13’ê Nîsanê, hêzên me yên li dijî madeyên hişbirê li bajarê Reqayê 2 kesên ku bazirganiya hişbir û diravên sexte dikirin, girtin.

Endamên Dijî madeyên hişbir piştî ku agahî li ser hebûna van 2 kesan bidest xistin û şopandina liv û tevgera wan û tevlîbûna wan di vî karî de hate îsbatkirin.

Ew kes di kemînekê de hatin girtin û tiştên pê re hatin desteserkirin.

Asayîşê kesên sûcdar tevî tiştên ku hatine desteserkirin, ji bo ku rê û rêbazên qanûnî yên der barê wan de bi dawî bibin, ji Dozgeriya giştî re şandin.”

Back to top button