
Piştî Serokwezîrê Berê Ahmet Davûtoglû ji AKP’ê îstifa kir, îro Parlamenterê berê yê Stenbolê Alî Pûlcû jî ji AKP’ê îstifa kir.
Piştî Serokwezîrê Berê Ahmet Davûtoglû û 3 parlamenterên berê ji AKP’ê îstifa kirin, îstifakirinên ji AKP’ê zêde dibin.
Herî dawî parlamenterê berê yê serdema 26’emîn ê Stenbolê Alî Pûlcû jî ji AKP’ê îstifa kir.
Pûlcû têkildarî îstifakirina xwe li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û ragihand ku wî ji AKP’ê îstifa kiriye, lê sedema îstîfakirina xwe neda xuya kirin.