Çalakiya Sêmalka di meha 4’an de didome lê PDK cenazeyan nade

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê di meha 4’an de dewam dike, lê PDK’ê cenazeyên şehîdan nade. Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û saziyên civaka sivîl ên Çilaxa îro beşdarî çalakiyê bûn.

Kesên ku îro beşdarî çalakiyê bûn ji aliyê şêniyên navçeya Tirbespiyê ve hatin pêşwazîkirin ku çalakî berî niha dewr girtibûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mihemed Dawî axivî û got:

“Êdî bes e ku PDK daxwazên çalakvanan li deriyê Sêmalkayê red dike.

Dev ji îxanet û piştgiriya faşîzma Tirk berdin, divê hûn vegerin xeta neteweyî û mafên gelê Kurd biparêzin.”

Mihemed Dawî diyar kir ku PDK’ê bi van kirinên xwe piştgiriya faşîzma Tirk û xiyanetê li gelê Kurd dike.

Back to top button