Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şênê yê navçeya Pişder a ku bi ser parêzgeha Silêmaniyê de, bombebaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker di nava rojê de dîsa gundên ku sivîl tê de dijîn, bombebaran kir.
Weke ku hûn di dîmenan de jî dibînin qêrîn û tirsa gundiyan tê bihîstin û dîtin.
Hate ragihandin, balafirên şer ên artêşa dagirker 7 caran gund bombebaran kiriye û di encama bombebaranê de ziyanên madî gihîştiye xaniyên şêniyan.
Weke her car jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hember armanckirina deverên sivîlan bêdeng e û heta niha ti daxuyaniyeke şermezarkirinê nedaye.