DMME: Divê Tirkiye sedemên pêkneanîna biryarên darzandina Demîrtaş zelal bike

Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan duh ji hikûmeta Tirkî xwest ku sedemên pêkne-anîna biryarên teybet ên derzindankirna hevserokê berê ya HDP’ê Selahiddîn Demîrtaş, zelal bike.

Dadgehê xwest binase bê ka zindankirina Demîrtaş li ser bingeha binpêkirina mafê azadiya derbirandinê ye, yan ji ber sedemine siyasî heya niha di zindanê hatiye hiştin.

Dadgehê herwiha xwest binase bê ka Dadgeha Destûrî ya Bilind li Tirkiyê di doza Demîrtaş de navgîneke qanûnî ya çalak e û doza wî di 7 Mijdara 2019’an de dest pê kiribû yan na.

Dadgehê pirsî jî ku ka benda 18 a peymana Ewropayî ya Mafên Mirovan li Tirkiyê tê binpêkirin an na.

Parêzerekî Demîrtaş Remezan Demîr da zanîn ku ji ber derengmana Dadgeha Destûrî di derxistina daraza têkildarî berdewambûna zindankirina Demîrtaş de, daxwaziya berevaniyê hat rakirin.

Dadgeha Ewropayî ya Mafên Mirovan berî niha biryar dabû ku divê Tirkiye Selahiddîn Dermîrtaş yekser berde.

Back to top button