Li kantona Hesekê şehîdên serhildana Qamişlo hatin bibîranîn

Li Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê û Holê bi boneya salvegera 18’an a Serhildana Qamişlo çalakiyên cûda hatin lidarxistin.

Li Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê û Holê bi boneya salvegera 18.an a Serhildana Qamişlo çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Meclisên navçeyên Dirbêsiyê, Şedadê, Til Temirê û navçeya bakur a Hesekê daxuyaniyeke hevpar da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di demekê ku civaka Sûriyê di aloziyeke siyasî, aborî, ewlehî û dagirkirinê de ye, desthilata Şamê hîna dev ji zihniyeta xwe bernedaye.

Serhildana 12’ê Adarê destpêka bilindkirina dengê azadiyê, hilweşandina rejîma despot û ya netewperest ku bi salan siyasetên dûrxistin û înkarkirinê li dijî gelê Kurd dimeşand.

Meclisê dawiyê soz da ku ewê têkoşînê bidomînin heta pêkanîna daxwazên şehîdên Serhildana 12’ê Adar û avakirina civakeke demokratîk a pirrengî pêk bînin.

Bi heman armancê Meclisa Mablatên Şehîdan a Til Temirê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan daxuyaniyek da û got:

“Serhildana Qamişlo ya 2004’an di dîroka nûjen a Sûriyê de xaleke veguhertinê ya girîng bû, rejîma Baas bi rêya wê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derxîne.

Bûyerên wê demê hatibûn plankirin, di encama tundî û serdegirtina bêserûber de bi dehan Kurd şehîd û gelek jî birîndar bûn.

“Mîna her car hikumeta Şamê bi zihniyeta dewleta şovenîst hewl dide dijminahî û cudabûnê di navbera gelan de derxîne.”

Dawiyê hat gotin: “Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêre sîstemeke demokratîk a ku fikrê hemû gelan kom dike û wan dike yek.

Rêxistina PYD’ê ya navçeya Holê jî semînerek li ser Serhildana Qamişlo heta qonaxên destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê da.

Endamê rêveber ê PYD’ê Emar Mûsa di simînerê de anî ziman ku hikumetê werzîş bi kar anî da ku berjewendî û armancên xwe li herêmê pêk bîne û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne.

Mûsa da zanîn ku jiyana hevbeş, hevgirtina pêkhateyan di serhdanê de hewldanên rejîmê vala derxist û got:

“Yekitiya pêkhateyan û zanebûna siyasetmedar, rewşenbîr û tevahî gelên Rojava herêm ji şerekî navxweyî dûrxist.”

Dawiyê het diyarkirin ku Serhildana Qamişlo tovê şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an bû.

Back to top button