Kesine nenas hevserokê mecliseke herêmî li bajarokê El-Bisêra kuşt

Kesine nenas ku li motorsklêtekê siwar bûbûn, hevserokê mecliseke herêmî ya bajarokê El-Bisêra yê rojhilatê Dêra Zorê kuşt.

Şevê din seat 10:00’an, endamê rêveber ê komîteya Rêvebiriya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêra Zorê Ebdulhisên El-Hezaa (27) ji aliyê kesine nenas ve hat kuştin.

Şaneyên veşartî ên girêdayî ajandayên cur bi cur, bi armanca têkbirina ewlehî û aramiyê van kirinan dikin.

Partiya Nûjen: Ji bo têkbirina tecurbeya Rêveberiya Xweser El-Hezaa hat kuştin

Di vê derbarê de Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi daxuyaniyekê, diyar kirin ku ji bo têkbirina tecurbeya Rêveberiya Xweser a nimûneya çareseriya aloziya Sûriyê hevrê Salih El-Hezaa hate hedefgirtin.

Partiya Nûjen destnîşan kir ku ev bûyera kuştinê di çarçoveya çalakiyên tesfiyekirinê ya ku bi rêya sûcên çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma El-Edsed bi derxistina fitneyan, pêk tê.

Partiya Nûjen û Demorkatîk di dawiyê de piştrast kir ku dê projeya xwe heta pêkanîna azadiyê li Sûriyê têkoşîna xwe dewam bike.

Back to top button