RÊVEBERIYA XWESER: RÊJÎMA SÛRÎ BI DAXUYANIYÊN XWE ÇARESERIYA SIYASÎ Û DIYALOGÊ ASTEN DIKE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî der barê îdîayên Rêjîma Sûrî de daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tewanên rejîma Sûrî yên li dijî QSD’ê, tu têkiliya xwe bi rastiyê re tune ne û got:
Rêjîma sûrî bi van daxuyaniyên xwe çareseriya siyasî û diyaloga di navbera sûriyan de asteng dike.

Piştî QSD’ê û MSD’ê, Rêvberiya Xweser têkildarî tewanên Rêjîma Sûrî ji QSD’ê re hewlesta xwe nîşan da.

Rêveberiyê tewanên Rêjîmê bi astengkririna çarseriya siyasî û diyaloga navxweyî pênase kir û diyar kir ku ev tewan derfetê dide aliyên derve ku planên xwe li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê, pêk bînin.

Ev tewanên Rêjîmê di çaxekê de hat ku, Dewleta Tirk di nava hewldanên mayindekirina dagierkeriya xwe li Sûrî de ye.

Ji ber vê çendê Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku, divê Rêjîmê giliyê Dewleta Tirk ji bo dagirkirina axa Sûrî li cem Meclisa Ewlehiyê kiriba.

 

PÊWÎST E RÊJÎMA SÛRÎ ÇAVÊ XWE JI SERKEFTINÊN DÎROKÎ YÊN QSD’Ê RE NEGIRE

Di daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser, aramnca Rêjîmê bi hewldanan reşkirina serkeftinên QSD’ê ve girê da û got,

Divê çav li hemberî serkeftinên QSD’ê neyên girtin.

Ev tewan ti carî nayên qebûlkirin.

Rêveberiya Xweser weke her carê, ji bo çareseriyê banga diyalogê kir û teqez kir ku, çareserî bi riya wê pêkan e.

QSD’ê û MSD’ê doh tewanên Rêjîmê red kirin û weke hewla xapandina raya giştî nirxandin.

Aliyan teqez kir ku, Rêjîm hewl dide raya giştî biaxpîne û guhertina sitamkariya navendî weke erekekî niştîmanî bi nav kir.

Leave a Reply

Back to top button