Swêd û Fînlandiya bi Brîtanya re peymana ewlekariyê îmze kirin

Welatên rojhilatê Ewropa ji ezmûnek mîna ya li Ukrayna bitirsin.
Ji ber vê yekê, dixwazin xwe di bin siya NATO yê de biparêzin.
Fînlandiya û Swêd beriya endamtiya NATO bi Brîtanyayê re, peymana ewlekariyê îmze kirin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bi hempişeya xwe ya Swêdî Magdalena Andersson re li Stockholmê û piştre jî bi Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö re peymana ewlekariyê îmze kir.

Johnson destnîşan kir ku eger êrîş li Swêd û Fînlandiyayê were kirin wê welatê wî piştgiriya pêwîst bide.

Piştî hevdîtina xwe ya dualî ya li Osloyê, Johnson û Niinisto danezana ewlehiyê ya ku hevkariya ewlehiyê, parvekirina îstîxbaratê û operasyonên leşkerî yên hevpar vedihewîne îmze kirin.

Lîderan piştî lihevkirinê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Serokwezîrê Brîtanya bal kişand ser êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ku hevsengiya ewlekariya Ewropayê guhertiye û got,

“Piştî Şerê Sar me serdemek nû dît, dagirkerina Ukraynayê mixabin rûpeleke nû vekir.”

Johnson bal kişand ser peymana ewlehiyê ya ku bi Fînlandiyayê re îmze kirine û destnîşan kir ku ev peyman wê hevkariya her du welatan xurtir bike û pêş bixe.

Johnson bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Hêzên me yên çekdar dê bi hev re perwerde bikin, tevbigerin û tetbîq bikin, îmkanên xwe yên parastin û ewlehiyê bigihînin hev û bi fermî soz bidin ku em ê her dem alîkariya hev bikin.”

Fînlandiya: Em dixwazin ewlekariya xwe bigihînin asta herî jor

Serokê Fînlandiyayê Niinisto diyar kir ku beşdarbûna wan ya NATO wê ne li dijî kesî be û wiha got:

“Em endamtiya NATO’yê dinirxînin, em dixwazin bi vî rengî ewlehiya xwe bigihînin asta herî jor.

(Rûsya) ji bo êrîşî welatên cîranê xwe bike amade ye.

Ji ber vê yekê bersiva min “Tu bû sedema vê yekê, li neynikê binêre.”

Kremlînê ragihandibû ku beşdarbûna Swêd û Fînlandiyayê di NATOyê de wê encamên neyînî li ser aştî û aramiya li Bakurê Ewropayê çêke.

Fînlandiya: Em ê NATO bihêz tir bikin

Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto piştî eşkerekirina niyeta welatê xwe ya ji bo endamtiya NATOyê ragihand, ew ê “NATOyê wekî hevalbendek paşerojê hîn xurtir bikin”.

NATO jî ragihand ku ew ê pêvajoya endamtiya herdû welatan bilez bigihînin encamê.

Back to top button