Fransayê gazî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê kir

Fransayê diyar kir ku ji bo nîqaşan wan gazî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê Herve Magro kiriye.

Serokatiya Fransayê, daxyaniyên Erdogan ku gotibû hişê serokê Fransayê ne tendurist e, şermezar kirin.

Serokartiya Fransayê ji AFP’ê re daxuyand ku gotinên serokkomarê Tirkiyê Erdogan nayên qebûlkirin. Zimanê tund û heqaret xeta dan û standinê temsîl nakin.”

Serokatiyê wiha got: “Em ji Erdogan dixwazin ku siyaseta xwe biguhere. Ji ber ji tevahî aliyan ve xeternak e. Em derbasî nîqaşên kûr nabin û gotinên nebaş qebûl nakin.”

Serokartiyê ragihand ku bang li balyozê xwe yên li Enqereyê kir da ku pê re nîqaş bike.

Back to top button