Meclisa Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Firatê hate avakirin

Ciwanên di Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê herêma Firat û Efrînê de konferansên xwe ya damezrîner li dar xistin û melcisên xwe ava kirin.

Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê konferansa xwe ya damezrîner li navçeya Sirîn a kantona Kobanê li dar xist.

250 delegeyên partiyê yên ji navçe û bajarên herêma Firatê beşdarî konferansê bûn.

Li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser konferans li ciwanan hate pîrozkirin û hêviya serkeftinê hate xwestin.

Di dawiya civînê de, 15 endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Firatê hatin hilbijartin.

Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Efrîn jî, li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê konferansa xwe ya damezrîner li dar xist.

Li vir jî, 15 endamên Meclisa Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Efrînê hatin hilbijartin.

Back to top button