DYA: Ji despêka salê ve Pyongyangê 17 moşekên balistîk ceribandine

Rêveberiya Waşîngton jî dibêje ji despêka salê ve, rêveberiya Pyongyangê 17 moşekên balistîkî ceribandine û got:
Ji bo amadekariya ceribandina moşeka 7. a nukleerî dest bi avakirina cihê ceribandinê kiriye.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ceribandinên herî dawî yên mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur gotûbêj bikin civiya.

Balyoza Amerîkayê Linda Thomas Greenfield ceribandinên mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur di 4 û 7ê Gulanê de şermezar kir û got;

Ev ceribandin bi eşkere biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY binpê dike.

Tomas Greenfield diyar kir ku Koreya Bakur tenê îsal 17 ceribandinên mûşekên balîstîk pêk aniye û ev tişt anî ziman:

Pyongyang ji bo amadekariya ceribandina 7. a nukleerê dest bi avakirina cihê ceribandinê kiriye.

DYA daxwaza cezayên nû li ser Koreya Bakur dike

Thomas Greenfield ku Çîn û Rûsya bi astengkirina pêkanîn û nûjenkirina cezayên ku di du salên dawî de ji ber bernameya nukleerî li ser Koreya Bakur hatine sepandin sûcdar kir û got,

Ji bo zêdekirina cezayên li ser Koreya Bakur ew ber bi dawiya danûstandinan ve diçin.

Divê konsey li ser vê pirsê bêdeng nemîne.

Çîn jî dibêje li cihê cezayan divê danûstandin li gel Pyongyangê pêk were.

Back to top button