Îmarat piştî 13 salan balyozê xwe li Şamê tayîn dike

Îmarat gavên nû yên dîplomatîk bi hikumeta Şamê re davêje. Ev yek bi tayînkirina balyozê xwe li Şamê piştrast dike.
Her wiha li gorî rojnameya El Watan a Sûriyê Erebîstana Siûdî jî di demeke nêz de balyozekî xwe tayînî Şamê bike.

Îmarat ji sala 2011’an û vir ve, ku şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir, cara yekem balyozek li Şamê tayîn kir.

Balyozê Îmarata Erebî Hesen El-Şehî duh bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîktad re civiya û pêbaweriya xwe pêşkêş kir.

Tayînkirin yek ji nîşaneyên başkirina peywendiyên rêjîma Esed bi welatên ereb re di van salên dawî de ye.

Di nûçeya rojnameya El-Watan a Sûriyê de hat îdiakirin ku hikûmeta Erebistana Siûdî dê di demeke nêz de balyozekî xwe li Şamê destnîşan bike.

Erebistana Siûdî ku par biryar da ku têkiliyên xwe yên bi Îranê re ji nû ve saz bike, deriyê diyaloga bi Sûriyê re jî vekirî hişt.

Gelek welatên Erebî balyozxaneyên xwe yên li wî welatî girtin ji ber nakokiyên ku piştî bersivdana tund a rêveberiya Şamê ji xwepêşandanên di sala 2011’an de derketin.

Tevî ku welatên weke Erebîstana Siûdî, Qetar û Îmarat di dema şer de piştgirî dan muxalîfên li dijî rejîmê jî, di salên dawî de ji bo ji nû ve avakirina têkiliyên dîplomatîk gav hatin avêtin.

Serdana Beşar Esed bo Îmaratê di sala 2022’yan de wek yekem seredana serokê Sûriyê bo welatekî erebî piştî şerê navxweyî hat tomarkirin û piştî salekê Esed serdana duyem bo Ebû Dabî kir.

Erdheja 6’ê Sibatê ku bandor li bakurê Sûriyê jî kir, roleke aktîf di sererastkirina peywendiyên rêjîma Esed û welatên erebî de lîst.

Welatên Ereb ên ku bi dîplomasiya erdhejê bi rêveberiya Şamê re hatin girêdan, di demeke kin de Sûriye ji nû ve weke endama Yekîtiya Ereban qebûl kirin.

Back to top button