Kremlîn: Tatbîqata leşkerî ya NATO’yê bo Rûsyayê gefeke

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov derbarê tetbîqatên leşkerî yên NATO’yê de daxuyanî da rojnamevanan.
Peskov anî ziman ku NATO li hemberî Rûsyayê rola gefxwarinê didomîne.
Her wiha Berdevk Peskov diyar kir ku lêpirsîna der barê xistina balafira Rûsyayê ya hefteya borî ya li herêma Belgorodê didome.

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir ku tetbîqatên leşkerî yên NATO’yê ji bo Rûsyayê xetere ye û got,

“Li hemberî vê yekê tedbîrên pêwîst tên girtin.”

Peskov li ser mijarên rojane yên li paytext Moskowayê daxuyanî da rojnamevanan.

Peskov li ser tetbîqata bi navê “Parêzvana Bibiryar 2024” ya ku ji aliyê NATOyê ve tê organîzekirin nirxand anî ziman ku ev yek ji bo Rûsyayê tehdîd e.

Peskov got, “NATO rola xwe ya gefxwarinê ya li hemberî me didomîne. Em vê yekê dibînin.

Li hemberî vê tedbîrên pêwîst tên girtin.”

Peskov diyar kir ku hevpeymaniya navborî bi dehan sal in binesaziya xwe ber bi sînorên Rûsyayê ve dikişîne û destnîşan kir ku NATO ji aliyê Amerîkayê ve tê birêvebirin.”

Peskov bal kişand ser îdiayên der barê ji kar avêtina Serfermandarê Ukraynayê Valeriy Zalujny de, diyar kir ku ew vê rewşê dişopînin û wiha got:

“Rêveberiya Kîevê gelek pirsgirêkên xwe hene.

Êrîşên têkçûyî û pirsgirêkên li eniyan dibe sedem ku di navbera nûnerên rêveberiyê de nakokî zêde bibin.

Her ku operasyona leşkerî ya taybet bi serkeftî dewam bike wê ev nakokî zêde bibin.”

Berdevkê Peskov diyar kir ku pêvajoya lêpirsîna der barê xistina balafira Rûsyayê ya hefteya borî ya li herêma Belgorodê ku 65 jê girtî 74 kes hebûn, dewam dike.

Back to top button