Pereseverance wê ji Marsê axê bîne cîhanê

Piştî 8 mehan ji lêkolînên li ser Marsê, yekemcar wê ji gerstêrkeke cuda ax ji bo cîhanê were anîn.

Amûra Perseverance ya Ajansa Fezayê ya Amerîka NASA yê ku ji 8’ê Sibatê ve li Marsê ye, li kratera Jezero ya Marsê parçeyekî biçûk ji tehtekî kir û wê vî parçeyî bigihîne cîhanê.

Ev operasyon hefteya derbasbûyî hate kirin.

Mînaka ji tehtê hatiye wergirtin wê tevî mînakên din li nava Perseverance bin û piştre bigihîne cîhanê.

NASA û Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) plan dikin ku ji bo van mînakan bîne cîhanê di dema bê de du mîsyonan amade bike.

Ji Midûriyeta Wezîfeyên Zanistiya Fezayî ya DYA’yê rêveberê alîkarê midur Thomas Zurbuchen got,

“Bikaranîna amûrên zanistî yên herî pêşketî li cîhanê, wê lêkolîn bê kirin ku li Marsê jiyan heye yan na.”

Back to top button