Li Virginia ya DYA peykerê General Lee yê nîşna Koletiyê ye hat rakirin

Li bajarê Richmond ê eyaleta Virginia ya DYA’yê peykerê General Robert Lee yê weke sembola koletiyê tê dîtin, hate rakirin.

Li bajarê Richmond ê eyaleta Virginia ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), peykerê fermandarê berê yê Başûr General Lee hate rakirin.

Ev peyker, weke sembola koletiyê tê dîtin.

Peyker bi bilindahiya 12 metre, 130 salin li qadê hatibû danîn.

Bi sedan kesî ji dûr ve li rakirina peyker temaşe kirin.

Rêveberê artêşa konfedere, generalê ku li dijî Bakuriyan şer dikir General Robert Lee, peykerê wî ji aliyê hunermendê Fransî Antonin Mercie ve hatibû çêkirin.

Her wiha li Charlottesville ya eyaleta Virginiayê peykerekî din ê General Lee yê li ser hesp, di havîna 2017’an de hatibû rakirin.

Back to top button