Bi silogana “Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê li Qada Îstasyonê mîtîngek li dar xist.
Di mîtîngê de gelek kes axivîn.
Kesên axivîn diyar kirin ku gelê Kurd li dijî şer e û di aştiyê de bi israre.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya Amedê, bi silogana “Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk” li Qada Îstasyonê mîtîngê lidar dixe.
Mîtîng bi beşdarbûna hezaran kes bi govend û dirûşmeyan dest pê kir.
Bi hezaran kes qada mîtîngê tejî kirine û silogana ‘Aşitî’ berz kirin.
Di mîtîngê de Hevseroka HDP’ê ya Amedê Huyla Alokmen Uyanik axavî.
Huyla diyar kir ku ew li dijî şer aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk dixwazin û got:
HDP: JI BO AŞTIYEKE BIRÛMET Û GELÊ KURD DENGÊ AŞTIYÊ HILDIN
Em ji her kesî dixwazin ku ji bo aştiyek bi rûmet û neteweya gelê Kurd dengê aştiyê bilind bikin.
Alokmen, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got:
HDP: HETA BI TEMAMÎ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VENEBE AŞTÎ PÊK NAYÊ
Heta bi temamî deriyê Îmraliyê venebe û diyalog pêş nekeve aştiyek bi rûmet pêk nayê.
Piştre Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çiftyurek jî axivî û xwest hemû gelê Kurd ji bo yekîtiya xwe li aştiyê xwedî derkevin.