Gerîlayan li herêma Çemçoyê 2 çalakî li darxistin, di herdu çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin. Dagirkeran jî 11 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êrîş birin ser çeperên berxwedanê yên gerîla.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrişên dagirkeriye daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê, 22’ê Kanûnê
Li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, tîmên gerîlayan bi çekên giran û sûîqestê li dagirkeran xistin.
Di encama herdu çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.
HPG: Arteşa Tirk 11 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êrişî çeperên şer kir
Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî HPG ragihand ku
Dagirkeran 11 caran bi çekên kîmyewî û qedexe,
16 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi hawan, obus û çekên giran qadên berxwedanê bombe kirine.