Mîthat Sancar: Ji bo em diwarê tirsê hilweşînin meşiyan

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew ji bo dîwarê tirsê hilweşînin meşiyan û derbarê meşa baroyan de jî got:

“Tişta ku baro jî dikin ev e.
Baro jî ji bo qefesa hesin li wan tê ferzkirin red bikin dimeşin.”

 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîhat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî.

Sancar têkildarî “Meşa Demokrasiyê” ya partiya xwe wiha got:

“Ji bo em hemû welat hembêz bikin ji Edîrneyê û Colemêrgê meşiyan.

Me bi van meşan got, hûn nikarin îradeya me desteser bikin.

Me ji seriyekî heta serê din ê welat xelkê xwe pêşwazî kir.

Her du bask jî xwedî wateyên girîng bûn.”

Sancar sedemeke din ya meşê bi hejarkirina gel û xerckirina dewlemendiya welat a ji bo şer nîşan da.

Em ji bo siberojek demokratîk û azad meşiyan.

Ji bo ku butçeya welat ji şer re neçe û ji ciwanan re were veqetandin em meşiyan.

Razemaniya şer tarîkirina siberoja ciwanan e.

Em li dijî şer dimeşin.

Sancar diyar kir ku meşa wan a qonaxa despêkê li Enqereyê bi dawî bû, lê wê ev meşa wan bidome.

Mîthat Sancar: Baro ji bo qefesên hesinî bişkînin dimeşin

Sancar bal kişand ser astengkirina meşa baroyan jî û wiha bi dawî kir:

Qefesên hesin li ser baroyan ferz dikin.

Baro ji bo vê qefesê red bikin dimeşin.

Pir eşkere dibêjin her kesê li dijî wan bêdeng bikin.

Divê her kes pir bi wêrekî li dijî vê derkeve.

Va baroyan jî vê wêrekiyê nîşan da.

Di têkoşîna heysiyetê de cihek xwe yê saxlem girtin.

Back to top button