Li Sûriyê 12 kesên din bi vîrûsê ketin

Li herêmên hikumeta Şamê 12 kesên din bi vîrûsa Corona ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ev yek bi daxuyaniyekê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ev 12 kesên ku bi vîrûsê ketine de xwendekarên ji Lubnanê ji hatine.

Wezaretê diyar kir ku 3 kesên bi vîrûsê ketibûn jî baş bûne.

Bi van daneyan re jimara dawî ya pêketiyên vîrûsê li herêmên hikumeta şamê derket 231’an.

Ji van 86 baş bûne û 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button