Berlînê-konferansa “Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan”

Li Berlînê konferansa ‘Jinûve Fikirîna Cîhanê: Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan’ tê lidarxistin.
KURD-AKAD û Civaka Azad konferasnsê bi rê ve dibin.
Prof. Hamît Bozarslan di konferansa li Berlînê de axivî.
Bozarslan anî ziman ku ji ber ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan tune ye nikarin xitabî cîhanê bikin.

Konferansa ‘Jinûve Fikirîna Cîhanê: Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan’ Li Berlînê tê lidarxistin.

Konferans ji aliyê KURD-AKAD û Civaka Azad ve tê organîzekirin.

Di roja yekem a konferansê de panela ‘Ma 3’yemîn Şerê Cîhanê? Nirxandin û Senaryo’ hat lidarxistin.

Di roja yekê ya konferansê de Endamê Fakulteya Zanîngeha EHESS’ê Dîroknas û Zanyarê Siyasî Prof. Hamît Bozarslan dersek da.

Ders danasîna bi sernavê “Pergala Cîhanê: Ji rewşa heyî ber bi destpêkek nû bû.

“Rewşa niha cîhan têre derbas dibe dişibe ya 1930”

Prof. Hamît Bozarslan da xuyakirin ku pergala heyî ya cîhanê dişibe salên 1930’î û got:

“Rewşa niha ya cîhanê dişibin salên 1930’î. Yên ku wê demê ne demokrat bûn xwe wek demokrat dan nasîn.”

“Di nav Kurdan de Yekîtiya Netewî tune ye”

Bozarslan anî ziman ku Kurd ji ber ku li welatê ku lê dijîn neheqî li wan hat kirin bi dewletên din re hevkarî kirin û got:

“Ji ber ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan tune ye nikarin xitabî cîhanê bikin.”

Di dawiyê de Bozarsaln bal kişand ser bandora qeyrana civakan ku dewlet bi xwe dijîn û got:

“Qeyrana di salên 1980’î de hat jiyîn, îro veguherî qeyraneke civakî. Ne tenê qeyrana dewletan heye. Civak jî ji hev dûr dikevin.

Perspektîfa Kurdan wê çawa be? Heke Biden li ser desthilatdariyê bimîne dikare ji bo Kurdên Rojava û Başûr rola parastinê bilîze.

Kurd bi dewletên din re hevkariyê dikin ji ber ku li welatê ku lê dijîn rastî neheqiyê tên.

Hêzên Kurd ên pêşeng nikarin di nava xwe de hevkariyê bikin. Kurdên Rojava û Başûr jî nikarin hevkariyê bikin. Li Îranê jî wisa ye.

Dûbare ez dibêjim Ji ber ku Kurd nikarin werin cem hev, nikarin bi dengekî hevpar xîtabî cîhanê bikin.”

Back to top button