Bi operasyonên ewlehiyê ên li dijî DAIŞ’ê, QSD hewldanên dewleta Tirk a ji bo zindîkirina terorê têk dibe.
QSD′ê ragihand ku doh li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê li dijî şaneyên daiş’ê 2 operasyon hate lidarxistin û got:
Di encamê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Têkildarî operasyonê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD′ê daxuyaniyek weşand.
QSD’ê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh du operasyonên ewlehiyê li dar xistin.
QSD: Li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin
Hate gotin, operasyon li bajarokê Şihêl ê gundewarê başûrê Dêrazorê pêk hat û ev agahî hate parvekirin:
“Di her du operasyonan de, 4 endamên şaneyê hatin girtin.
Ji bo êrişên terorî ên li dijî hêzên me û saziyên sivîl ev çeteyên şaneyê çalak bûn û ji bo vê yekê çek, cebilxane û mayîn digihandin DAIŞ’ê.”
Her wiha QSD’ê eşkere kir ku gelek çek û alavên leşkerî yên li ser çeteyan jî bi wan re hatine girtin.



