Durûtiya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd û cîhanê roj bi roj xwe zêdetir dide der.
Dewleta Tirk a ku ji ber şerê bi Hamasê re Îsraîlê weke kujer penase dike, Îro tezkereya ji bo dirêjkirina şerê qirkirina Kurdan û dagirkeriyê di meclîsê de xist dengdanê.
Bi dengên parlamenterên faşîst ên AKP-MHP û alîgirên wan biryara şer a ji bo 2 salên din hate qebûlkirin.
Bi daxwaza Serokfaşîstê Tirk Erdogan tezkereya ji bo dirêjkirina şerê dervayî sînor ji Lijneya Giştî ya Meclîsê a Tirkiyê re hate şandin.
Piştî nîqaşên li lijneyê, ji bo tezkereya domandina êrişên qirkirinê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dengdan hate kirin.
Bi dengên 357 parlamenterên faşîst ên AKP-MHP,û alîgirên wan biryara domandina şer hat qebûlkirin.
164 parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û CHP’ê jî dengê “na” dan.
Li gorî vê biryarê, tezkeraya şer a ji bo qirkirina Kurdan û dagirkeriyê 2 salên din hate dirêjkirin.